Li Okoberyanê Komploya Navneteweyî hate protestokirin

Bi çalakiyeke ya ku li gundê Araksî ya herêma Oktoberyan a Ermenistanê hate lidarxistin, Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate protestokirin.

Kurdistaniyên li gundê Araksî ya Oktoberyanê bi daxuyaniyekê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê protesto kirin.

Endamê Koordînasyona Kurdistan Komîte Milo Kalaşyan û endama Yekîtiya Jinên Azad Kûbra Kalaşyan daxuyanî dan û anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû mirovahiyê di asta rêberekê de bû.”

Di dewama axaftinan de bal kişandin ser çalakiyên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ û diyar kir ku komplo di roja îro de jî didome û ev hate gotin: “ Gelê Kurd û jinên Kurd tim li gel Rêber Apo ne. Berxwedana me wê vê komployê vala derbixe. Ji bo vê çi bê xwestin em gel amade ne.”

Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.