BI DÎMEN

Li Normandiyayê protesto: Em ê bi ruhê seferberiyê xwedî li Rêber Apo derbikevin

Li herêma Normandiya ya li Parîsê, tecrîda Îmraliyê hate protestokirin û peyama “em ê bi ruhê seferberiyê xwedî li Rêber Apo derbikevin” hate dayîn.

PÊNGAVA XWEDÎ DERKETINA LI RÊBER APO

Li herêma Normandiya ya li paytexta Fransa Parîsê, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Demokratîk ‘hewldana ji bo tecrîda Îmraliyê bikin mijara bazarê’ hate protestokirin.

Di çalakiyê de wiha hate gotin: “Rêber Apo li Girtîgeha Girava Îmraliyê ji aliyê dewleta Tirk ve bi tecrîdeke kûrkirî tê ragirtin. Ev sûcekî mirovahiyê ye. Rêber îradeya gelê Kurd e. Her tiştê ku li dijî wî tê kirin, li dijî gelê Kurd hatiye kirin. Nabe ku îradeya gelê Kurd were tecrîdkirin. Dewleta Tirk bi rengekî bêexlaqî mafê hevdîtina Rêber Apo ya bi malbat û parêzeran re dike mijara bazariyê. Em vê qebûl nakin. Em ê vê durûtiya dewleta Tirk teşhîr bikin.”

‘HETA KU EM ENCAMÊ WERDIGIRIN, EM Ê ÇALAKIYAN BIKIN’

Di daxuyaniya çalakiyê de, ev peyam hate dayîn:

“Dewleta Tirk a qirker dixwaze Kurdistanê bi hêzên xayîn re dagir û îlhaq bike. Em bang li gelê xwe dikin heta ku li dijî dewleta qirker encameke teqez werdigirin, bi çalakiyên herî bi bandor dakevin qadan û xwedî li Rêber Apo derbikevin.”