Li Nijmegenê kongreya Komalaya Çanda Mezopotamyayê pêk hat
Li bajarê Nijmegen ê Hollandayê Komalaya Çanda Kurd a Mezopotamyayê, kongreya xwe ya 3’emîn pêk anî.
Li bajarê Nijmegen ê Hollandayê Komalaya Çanda Kurd a Mezopotamyayê, kongreya xwe ya 3’emîn pêk anî.
Kongre, bi merasîma rêzgirtinê, ji hêla hevserokê berê ve hate destpêkirin.
Piştî hilbijartina dîwanê, li ser navê DEM-NED’ê Şiyar Milîtan axivî û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Piştî axaftinê, rapora Komalayê ya salane hate nirxandin.
Kongreya bi rojeva bijartinê dewam kirî, bi dirûşmeyan bi dawî bû.