Li navenda Londonê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dest bi grevê kirin

Çalakiya ji sibehê ve bi armanca protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan li avahiya rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li Londonê ye hatibû destpêkirin, vegeriya greva birçîbûnê.

Ji aliyê komekê ve ji saetên sibê ve çalakiya protestoyê ya ji aliyê Komeleiya Çandê ya Karkerên Koçber (Gîk-Der) û Meclîsa Gel a Kurd hate kirin, bi ketina navenda Londonê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re destpê kir. Tevî hemû israran kom ji avahiyê derneketin û bi şefê Maseya Tirkiyeyê re civiyan.

Di civînê de hate gotin ku bêdengiya Rêxistina Efrûyê ya li hember binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyeyê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê qebûlkirin. Her wiha di civînê de daxwaz hate kirin ku divê rêxistina Efûyê ya Navneteweyî têkildarî şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan daxuyaniyek bide. Li ser pêknehatina vê daxwazê li nava avahiyê greva birçîbûnê destpê kir.

Koma ku li ser mijarê dosyayek radestî maseya Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî kir, hate gotin ku ji bo şikandina tecrîdê bi hezaran girtî di grevê de ne û her diçe rewşa wan giran dbe. Hate gotin ku divê li ser vê mijarê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi berpirsyariya xwe rabe.

Li ser pêknehatina daxwazên çalakvanan koma ku ji 6 kesan pêk dihat, ragihand ku dest bi greva birçîbûnê dikin. Li ser navê koma ku dest bi grevê kirin daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku helwest û bêdengiya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî napejirînin, ji bo vê li navenda London a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dest bi greva birçîbûnê kirine. Hate ragihandin ku bi biryar in ku çalakiya xwe bidomîni.

Bi destpêkirina çalakiya greva birçîbûnê re bi dehan kesên li derve di çalakiyê de bûn ketin avahiyê û piştgirî dan çalakvanan. Tevî hemû hewldanên Rêxistina Efûya Navneteweyî ya qanekirinê encam negirt û çalakî hê jî didome.