Li Nantesê komplo û êrîşên dagirkeriya li Garê hate protestokirin
Li bajarê Nantes ê Fransayê, bi çalakiyekê komploya navneteweyî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Gareyê hate protestokirin.
Li bajarê Nantes ê Fransayê, bi çalakiyekê komploya navneteweyî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Gareyê hate protestokirin.
Bi çalakiyekê 22’emîn salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî pêkanîn û êrîşên dagirkeriyê yê dewleta Tirk ên li ser Gareya Herêmên Parastina Medyayê hate protestokirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Nantes, Rennes, Lorîent û Vannesê dijîn, saet di 15.00’an li Place dû Commerceyê hatin gel hev.
Kurdistaniyên ku piştî deqîqeyek rêzgirtin dest bi meşê kirî li ser hev dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Garê”, “Assassîn Erdogan”, “Dîktator Erdogan”, “A bas le régime fasciste en Turquie”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Bimre îxanet” berzkirin û belavokên bi Fransî belav kirin.
Meşa protestoyî ya ku berxwdana gerîlla ya dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk hatî silavkirin, piştî 6 kîlometreyan dîsa li Place dû Commerceyê mitîngek hate lidarxistin.
Di mitîngê de axaftvanan diyar kirin ku êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê berdewamiya komploya navneteweyî ye.
Axaftvanan anîn ziman ku hetanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê şikandin û hewldanên dagirkeriyê bi dawî nebin wê her tim di nava çalakiyan de bin.
Di çalakiyê de li ser navê dostên gelê Kurd axaftin hatin kirin û peyama piştevaniyê hate dayîn.