Li Nancy dewleta Tirk û çeteyên wê hatin protestokirin
Li bajarê Nancy a Fransayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.
Li bajarê Nancy a Fransayê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.
Bi destpêkirina êrîşên 9’ê Cotmehê re her roja Înê Kurdistanî û dostên wan ên tên ba hev, dewleta Tirk protesto dikin.
Di êrîşan de bal kişandin ser êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û paqijiya etnîkî, dîsa guhertina demografî.
Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê berdêlên giran hatin dayîn û bi êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê re metirsiya DAÎŞ’ê zêdetir bûye.
Her wiha bal kişandin ser girîngiya yekîtiya netewî ya ji bo Kurdan û banga tevlîbûna baykota malên Tirkî ya li Başûrê Kurdistanê hatî destpêkirin da.