Li Munchenê standa ji bo piştevaniya Leyla Guven

Ji bo Leyla Guven ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye, li Munchenê standa piştgiriyê hate danîn.

Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi rengekî bêdawî û bêdorveger li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşîne, di roja 77'an de ye.

Li bajarê Munchen ê Elmanyayê, Meclîsa Civaka Demokratîk û Meclîsa Jinan a Sara, standa piştgiriyê danîn. Standa agahdarkirinê wê sê rojan vekirî be.

Li standê ku li Marîenplatzê hate danîn wêneyên Leyla Guven hatin daliqandin û li ser tecrîd û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin agahî hate dayin.

'BILA HER KES TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBIN'

Çalakgeran gotin, "Heta ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin" û bang li her kesî kirin ku tevlî çalakiyan bibin.