Li Munchenê sersaxî û bîranîna şehîdan
Li Munchenê ji bo gerîla Argeş Koçer taziye hate danîn, bîranîn hate lidarxistin û hate destnîşankirin ku bi taybetî ciwanên Kurd divê di oxira azadiyê de li her qadê têkoşînê mezin bikin.
Li Munchenê ji bo gerîla Argeş Koçer taziye hate danîn, bîranîn hate lidarxistin û hate destnîşankirin ku bi taybetî ciwanên Kurd divê di oxira azadiyê de li her qadê têkoşînê mezin bikin.
Ji bo Argeş Koçer (Ahmet Taner) ku 17'ê Hezîrana 2023'an dema hewl dida ji Çemê Dîcleyê derbas bibe li ber avê ket û şehîd bû, li bajarê Munchen ê Elmanyayê sersaxî hate danîn.
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re (KOMAW) taziye hate danîn û xizmên şehîd û gelek Kurdistanî tevlî bûn.
Li sersaxiyê goşeyek ji wêneyên şehîd hate amadekirin û find hate vêxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan bi navê KOMAW'ê axaftin hate kirin û sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin. Piştre jî li sînevîzyonek ji wêne û dîmenan hate temaşekirin.
Hevserokê FED-GEL'ê Marûf Kûl jî axivî û diyar kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd partiyeke şehîdan e û got, "Em careke din şehîdên xwe bi bîr tînin û soza xwe didin wan ku mîrateya wan a têkoşînê dewam bikin."
Xwişka Argeş Koçer jî got, "Bi birayê xwe yê şehîd serbilind in. Serê me bilind e. Em xemgîn e lê belê em bi şehîdê xwe serbilind in. Bila serê gelê Kurdistanê sax be."
Nûnerê Înîsiyatîfa Ciwanan jî got, "Divê em gelê Kurd bi taybetî jî ciwanên Kurd ji her cûre têkoşîna di oxira azadiyê de amade bin û têkoşînê li her qadê mezin bikin."
Di bîranînê de dirûşma "Şehîd namirin" hate qîrîn.