Li Mulhousê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên paramîlîter ên li ser Rojava li Mulhousê hatin protestokirin. Di çalakiyê de banga xwedîlêderketina Rojava hate kirin.
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên paramîlîter ên li ser Rojava li Mulhousê hatin protestokirin. Di çalakiyê de banga xwedîlêderketina Rojava hate kirin.
Li bajarê Mulhousê yê Fransayê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wî yên paramîlîter ên li ser Rojava çalakî hate lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan ên li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Mulhouse li Porte Jeunê li hev civiyan, dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rejîma Tirk faşîst e”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana YPJ/YPG” berz kirin.
Çalakî ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku destkeftiyên li Rojava destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê ye û wiha hate gotin: “Eger Rojava winda bike, wê çar parçeyên Kurdistanê winda bike. Rojava ku bi xwîna ciwan û jinên me yên ciwan hatiye bidestxistin, rûmeta Kurdan e. Gelê Kurd divê li her derê rabin û destkeftiyên xwe biparêzin. Li dijî êrîşên dewleta Tirk a faşîst û çeteyên paramîlîter bi ruhê Kobanê berxwedanê bigihînin asta herî mezin.”
Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.