Li MPKE'yê civîn û konferansa li ser grevên birçîbûnê

Buroya Bicihanînê ya MPKE'yê ji bo zext û zordariya li Tirkiyeyê li mûxalefeta sivîl tê kirin binirxîne, wê bi rengekî lezgîn bicive."

Desteya Bicihanînnê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE), ji bo rewşa dawî ya li Tirkiyeyê binirxîne bi rengekî lezgîn li hev dicive. Di konferansê de wê grevên birçîbûnê û daxwazên çalakaran jî bên nirxandin.

Kombûn wê roja Pêncşemê piştî nîvro li Civata Giştî ya MPKE'yê dest pê bike û tê payin ku pêşnûme biryarên hevpar li ser mijarê bê derxistin.

Tê payin, berxwedana grevên birçîbûnê û daxwazên wan jî bikeve rojeva civînê. Di çarçoveya rojeva civînê de tê gotin ku mijarên; zextên li hindekahiyan, erk û berpirsyariya CPT, ahengiya mafên însanî yên şerîatê û demokrasî, zextên li ser çapemeniyê yên li Tirkiyeyê werin nirxandin û hin rêzebiryar li ser bê dayin.

KONFERANSA LI SER GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Di vê navberê de, ji bilî civîna Desteya Bicihanînê ya MPKE'yê, wê konferanseke din bê lidarxistin û daxwazên Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê werin nirxandin.

TEMELLÎ JÎ WÊ LI KONSEYA EWROPAYÊ BE

Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî û heyeta pê re wê bi nûnerên Konseya Ewropa û organên wê re hevdîtinan bikin. Di nava heyeta HDP'ê de parlamenterên HDP'ê Hişyar Ozsoy, Feleknas Ûca û Pero Dundar jî hene.