Li Swêdê êrîşî dibistanê hate kirin: 10 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li bajarê Orebro yê Swêdê êrîşî navendeke perwerdehiyê hate kirin. Di encama êrîşî de êrîşkar jî di nav de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê Orebro yê Swêdê li saziyek perwerdehiyê êrîşeke çekdarî pêk hat. Polîsê Swêdê ragihand ku di êrîşê de êrîşkar jî di nav de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Nêzîkî 15 birîndar li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Polîs derbarê êrîşkar de neaxivîn û dibe ku ne êrîşeke terorîstî be. Hat zanîn ku êrîş saet di derdora 12.30’an de li kampusa Risbergska ku gelek dibistan lê heye, pêk hat

Piştî êrîşê hejmareke zêde polîs û tîmên rizgarkirinê şandin cihê bûyerê. Gelek xwendekar û mamoste li dibistanên derdorê hatin bicihkirin. Ji şêniyan hate xwestin ku ji dibistanê dûr bisekinin.