Rêveberiya Şamê li pêşberî Îsraîlê çima bêdeng e?

Îsraîlê xwe nêzî Şamê kiriye û tê zanîn ku wê dest ji Girên Golanê bernede. Rejîma Şamê ya nû ya bi serkêşiya Colanî ku li pêşberî vê gava Îsraîlê bêdeng e, tê meraqkirin ku ji bo vê herêma stratejîk wê gaveke çawa biavêje.

SÛRIYE - ÎSRAÎL

Îsraîlê diyar kir ku bi qasî 10 kîlometreyan nêzî Şamê bûye, Piştî Xeze û Lubnanê ji pêvajoya li Sûriyeyê sûd wergirt û ji sala 1967'an û vir ve yekemcar qada ku kontrol dike, berfireh kiriye. Îsraîlê ku di sala 1967'an de qadek ji 200 kîlometreçargoşeyî bi dest xist, li ser girekî stratejîk bi cih bû ku ji bo Sûriye û Lubnanê girîng bû. Ji 27'ê Mijdarê û vir ve ku HTŞ (Heyet Tehrîr eş Şam) li Sûriyeyê kete nava liv û tevgerê, Îsraîlê ji Girên Golanê ber bi nava Sûriyeyê ve bi pêş ve çû û qadeke ji 1800 kîlometreçargoşeyî bi dest xist.

Baş e Girên Golanê jî di nav de ev herêmên ku Îsraîlê bi dest xist, ji bo Îsraîlê çima ewqasî girîng e?

Pirseke din jî bi vî rengî ye: Sûriye dikare dest ji vê herêma ewqasî girîng berde?

Li cihekî welê bifikirin ku hem hûn li ser Îsraîlê hem jî li ser Sûriyeyê dikarin serwer bibin. Li cihekî welê bifikirin ku li navenda çolê çavkaniya herî mezin a avê ya welatê we ye. Li cihekî welê bifikirin ku ji bo çandinî û sewalkariyê cihê herî berhemdar ê herêmê ye. Îsraîlê li gel Çemê Binê Erdê yê Yermûkê her wiha Bendava El Wahtayê jî bi dest xistiye.

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû got, "Artêşa Sûriyeyê çeperên xwe terikand. Ji bo artêşa Îsraîlê van çeperan bi dest bixe me ferman da. Li kêleka sînorê Îsraîlê ev der ji bo parastina demkî qadeke guncaw hate dîtin." Bi vî rengî nîşan da ku ev pêvajo hemû di bin kontrola wan de hate meşandin.

Bendava El Wahta tê wê wateyê ku wê ji sedî 30 bersivê bide hemû pêwîstiya elektrîk û avê ya Îsraîlê. Bendava El Wahta ku yek ji du bendavên herî mezin û krîtîk ên Sûriyeyê ye, ji bo hilberîna elektrîkê û bersivdayina li pêwîstiya avê gelekî girîng e. Rêveberiya nû ya Şamê weke ku dest ji Girên Golanê û derdora wê berdaye xuya dike, weke ku wê ji aliyê aborî, ewlekarî û fonksiyonên jiyanî ve teslîmî Îsraîlê bibe û di gelek mijaran de neçar bimîne ku bi Îsraîlê re li hev bike.

Ji bo rêveberiya nû ya bi serkêşiya lîderê HTŞ'ê Colanî nikaribe bi kar bîne, Îsraîlê hemû hebûneya leşkerî, baregehên deryayê, balafirgeh, depoyên çekan, navendên cebilxaneyan û navendên lêkolînê yên Îsraîlê îmha kir. Bi vî rengî li nava xaka Sûriyeyê belav dibe.

Îsraîlê ku piştî Peymana Vekişîna Hêzan a sala 1974'an a piştî Şerê Yom Kippur hate îmzekirin, Girên Golanê bi dest xist û ji hingî ve vê herêmê di navbera xaka xwe û Sûriyeyê de weke herêmeke tampon bi kar tîne. Lê belê Îsraîl îdîa dike ku piştî hilweşîna rejîma Esad peymana bi Hafiz Esad re jî hatiye mohrkirin êdî derbasdar nîne, lewma ji Girên Golanê ber bi Çiyayê Şêx ve bi pêş ve çû.

Îsraîlê ji Girên Golanê derbas bû û ket nava herêma ji leşkeran hatiye paqijkirin. Di qonaxa duyemîn de jî herêma tampon bi dest xist û leşkerên xwe li nuqteyeke nêzî Şamê bi cih kir. Îsraîlê herêmên nû yên bi dst xistiye bi têl û nuqteyên çavdêriyê yên leşkerî dorpêç kir, hebûna xwe ya leşkerî jî her roj hîn zêde dike. Îsraîl xwe nêzî Şamê kiriye û tê zanîn wê ti carî dest ji Girên Golanê bernede. Rêveberiya Colanî û rejîma nû ya Şamê ya bi serkêşiya HTŞ'ê ku li pêşberî vê gava Îsraîlê bêdeng in, tê meraqkirin ku li hemberî hêza bi 25 kîlometreyan nêzî paytextê bûye û vê herêma stratejîk wê gaveke çawa biavêje.

Ev helwesta HTŞ'ê ya ku heta niha xwe bêdeng kiriye, nîşan dide ku li pêş wê kîjan hêz hene ku ew li Şamê bi cih kiriye.