Di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî” 21’ê Çileyê li bajarê Lorîent ê Fransayê Meşa Dirêj a 26 rojan hat destpêkirin, di roja 14’an de li banliyoya Villiers Le Bel a Parîsê xebatên dîplomatîk û serdana esnafan hate kirin.
Şandeya ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kudistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut di nav de ye, bi endamê Komeleya Çandê ya Sarcelles a Ermenî Pierre Indgeyan re hevdîtin pêk anî.
Zubeyde Zumrut di hevdîtinê de axivî û got: "Em di pêvajoyeke dijwar û dîrokî de derbas dibin. Têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn e . Ew pirsgirêkek bûye pirsgirêkek cîhanî. Divê em li hev werin ba hev û têkoşîna hevbeş bimeşînin. Em ê bi têkoşîna hevbeş a gelan bi hev re azad bibin.”
Hevserokê Meclisa Gel a Drancyê Cûma Sûbaşi, Hevberdevkê Dîwana KCDK-E’yê Mûrat Ceylan û Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) Şahîn Polat li banliyoya Drancyê bi Sekretera Partiya Komunîst a Herêma 93’an Karîn Nîles, endamê Tevgera Serînatewînin a Fransayê Rached Zehou, endamê Tevgera Bêîtatiya Sivîl Rachîd û Şêwirmendê Eniya Çep K. Unal re hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de li ser şoreşa Rojava û paradîgmaya Rêber Apo a li dijî modernîteya kapîtalîst axaftin hatin kirin. Di hevdîtinan de hate diyarkirin ku divê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanca hemû gelên cîhanê be.
Meşvanên Meşa Dirêj piştî hevdîtinan li esnafên navenda Villiers Le Belê geriyan û belavokên derbarê armanca meşê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de belav kirin.
Meşvanan banga beşdarbûna meşa mezin a ku di 15’ê Sibatê de, li Strasbourgê pêk were kirin.