Belçîkayê berê xwe da rastgiriyê: Alîgirê serxwebûna Flamanan bû serokwezîr

Li Belçîkayê yekemcar kesekî alîgirê serxwebûna Flamanan bû serokwezîr. Bart De Weven hêza pênc partiyên rastgir kir yek.

Lîderê Muxafazakarên Flaman Bart De Weven 3'ê Sibatê li pêşberî Qral Philippe li Qesra Qraliyetê sond xwar û b 14 endamên hikumetê re bi rengekî fermî bû serokwezîrê nû yê Belçîkayê.

Lîderê 54 salî ku 12 salan serokatî ji Şaredariya Anversê re kir, bû yekem alîgirê serxwebûna Flamanan ku bû serokwezîrê federal ê Belçîkayê. De Wever û çar partiyên koalîsyonê wê li ser xeta rastgiriyê welêt bi rê ve bibe.

Serokê Tifaqa Neo-Flaman (N-VA) de Wever ku di rêziknameya xwe de hîn jî avabûna 'Komareke Flaman a serbixwe' diparêze De Wever nayê zanîn bê bi rastî jî dest ji vê projeya xwe berdaye yan na.

Pêkhatina armanceke bi vî rengî tenê bi dengê du ji sê parên Meclîsa Nûneran dibe. Ji ber vê jî De Wever di rewşa heyî de li qadên polîtîkaya aborî, bazirganî, kar, tenduristiyê ji bo herêman 'polîtîkayên asîmetrîk' yanî hîn bêhtir xweseriyê diparêze.