Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Montpellîer, Toûloûse, Frankfûrt û Brukselê ji bo Ocalan çalakî

Çalakiyên Kurdistaniyên li Ewropayê yên ji bo di derbarê tendirûstiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de agahî bên girtin, didome.

Li bajarên Montpellîer, Toûloûse yên Fransayê, Frankfûrt a Elmanyayê û Bruksel a paytexta Belçîkayê Kurdistanî di nava çalakiyan de bûn.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîer a Fransayê ji bo rewş û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.

Kudistaniyên li Meydana Comedîe hatîn gelhev, peyama “Azadî û tendirûstiya Rêber Apo azadî û tendirûstiya me ye. Heta ku em agahî ji Rêber Apo digrin, em ê li qadan bin” dan.

Di çalakiyê de Hevserokê NCDK’ê Cevat Guneş axivî û diyar kir Rêber Ocalan xeta sor e.

Piştî axaftina Guneş çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse ya Fransayê ji bo tavilê agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were girtin û bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin çalakî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de axaftvanan diyar kirin ku ev 22 sale Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye û hate gotin: “Niha bi ti şêweyî agahî jê nayê girtin. Gelê Kurd û dostên wan ji ber fikar û rewşa Rêbertî li qadan e. Gel hetanî ji Rêbertî xeberek negre qadan naberde.”

Çalakî bi dirûşmeya “Bê Serok jiyan na be” bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê bi heman armancê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiya li ber Serfaretxaneya Tirkiyê ya li Frankfûrtê hatî lidarxistin de, diyar kirin ku divê parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û CPT’î biçe Îmraliyê û hevdîtinê pêk bînin.

Çalakî piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

BRUKSEL

Li Bruksel a paytexta Belçîkayê jî çalakî li ber Sefaretxaneya Tirkiyê hate lidarxistin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Ji Abdullah Ocalan re azadî” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Di çalakiya li ser hev dirûşme hatîn berzkirin de, çalakgeran diyar kirin ku divê parêzer û malbat tavilê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne.