Li Mîlanoyê komplo hate protestokirin
Li Mîlanoyê Kurdistanî û dostên wan komploya navneteweyî protesto kirin.
Li Mîlanoyê Kurdistanî û dostên wan komploya navneteweyî protesto kirin.
Li bajarê Mîlano yê Îtalyayê komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê hate protestokirin.
Çalakî li Pîazza Scalayê hate lidarxistin, Kurd û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de komplo hate şermezarkirin û rola Îtalyayê ya di vê komployê de hate teşhîrkirin.
Çalakgeran diyar kirin ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û Ocalan di warê fîzîkî de azad bibe wê çalakiyên wan bidome.
Di çalakiyê de pankarta ‘Azadî ji Ocalan re’ hate vekirin û belavok hatin belavkirin.