Li Metîna û Avaşînê çalakiyên bi çekên giran

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Metîna û Avaşînê li dijî artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran çalakî kirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye;

''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê li herêma Metînayê;

13'ê  Cotmehê saet 11:30'an hêzên me bi çekên giran dagirkerên li Girê Azad kirin hedef û li wan dane. Di vê çalakiyê de hedefên ku hatine diyarkirin bi serkeftî derb xwarine, hijmara dagirkerên ku hatine cezakirin û birîndar bûne, nehatiye tespîtkirin.

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê li herêma Avaşînê;

13'ê Cotmehê saet 14:00'an, hêzên me bi çekên giran li Girê Silêman li dagirkeran dane. Di encama çalakiyan de armancên cihên ku weke hatine diyarkirin, derb xwarine.

14'ê Cotmehê saet di navbeyna 07:10-09:55'an de qadên gundê Rençbiaxa û Çemço ya herêma Zapê bi çekên giran hatine bombekirin.

13'ê Cotmehê saet navbeyna 12:00-18:00'an li herêma Avaşînê, Stûnê û li herêma Zapê qada Werxelê bi çekên giran û balafirên şer hatine bombekirin.

13'ê Cotmehê saet di navbeyna 12:00-13:00'an de li herêma Xakurkê derdora Çemê Lolanê, qadên Kendekola û Sinînê bi balafirên şer hatine bombekirin.

LI METÎNA KIRINÊN SÎXÛRÎ

Kesên ku sîxûriyê ji dewleta Tirk re dikin, hewl didin cihên hêzên me yên li herêma Metîna tespît bikin. Ji bo ku sîxûrên bi niyeta nebaş û gelê me yê sivîl ji hev kişf bibe, em bang dikin ku gelê me yê li herêmê zêde nêzî niqteyên leşkerî yên hêzên me nebin û li dijî van sîxûran bihistyar bin.''