Li Melboûrnê desteserkirina şaredariyan hate protestokirin

Kurdên li bajarên Melboûrneyê yê Evûstralyayê, li dijî desteserkirina şaredariyan û wezîfedarkirina qeyûman daketin qadan.

Federasyona Civaka Kurd a Demokratîk a Evûstralyayê, Federasyona Komeleyên Elewî, Navenda Çandê ya Anadolûyê û endamên Aûstralîa for Kurdistan wezîfedarkirina qeyûman şermezar kir.

Di çalakiyê de hate gotin ku “Em ji vê polîtîkaya qeyûman re dibêjin na”.

Di çalakiyê de peyama “Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan” hate dayîn.

Girse bi sloganên li dijî Erdogan ji pirtûkxaneyê heta Qada Federasyonê meşiya.