Li Meclîsa Federal banga ‘Xwedî li çalakvanan derbikevin’ hate kirin

Li Meclîsa Elmanya komeke ku ji akademîsyen, siyasetmedar, hunermend û hiqûqnasan pêk tên di konferanseke ya çapemeniyê de hatin ba hev. Konferansa ku ji çalakvanan Tûzak jî amade bû, banga xwedîderketina li çalakvanan hate kirin.

Li paytexta Elmanya Berlînê ya ku Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstefa Tûzak û Şiyar Xelîl greva birçîbûnê didomîne, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Meclîsa Federal a Elmanyayê civîneke ya çapemeniyê hate lidarxistin. Li ser navê çalakvanên di grevê de Mele Mûstefa Tûzak axivî û rojnamevan Hayko Bagdat, hunermend Ferhat Tûnç, parêzer Lûkas Theûne, ji akademîsyenên aştiyê Mûzaffer Kaya, Parlemetera berê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp, endamê KCD Huseyîn Yilmaz û Parlementerê berê yê Partiya Çep ê Berlînê Guyasettîn Sayan weke qiseker jî cih girtin.

Sayan ê moderatoriya konferansê kir, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û ev tişt got: “Leyla Guven bi vê çalakiya xwe hem xwest li dijî zextên rejîmê rêyekê veke û hem jî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ji bo gelê Kurd xwedî wateyeke mezin e bide şikandin.

Piştre parlementera berê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp axivî û anî ziman ku rewşa gelek çalakvanan ketiye xeteriyê û bi taybet bal kişand ser rewşa çalakvanên li girtîgehan û mercên têde çalakiyê didomîne û got: “Em dixwazin tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. Ev yek heman demê tê wateya bi dawîbûna rejîma zextê ya li Tirkiye û Kurdistanê jî.”

TÛZAK: HÊVIYA ME YA SERKETINÊ HEYE

Mele Mûsetfa Tûzak ê li lokala NAV-DEM a Berlînê li gel sê hevrêyên x we 102 roj in di grevê de ye jî di konferansê de axivî. Tûzak anî ziman ku bi biryardarî wê çalakiya xwe bi encam bikin. Tûzak anî ziman ku dewleta Tirk bi berdana Leyla Guven xwestibû ku dawî li çalakiyê bîne û got: “Li girtîgehan 7, li Elmanyayê jî 2 kesan ji bo şikandina tecrîdê çalakiyên canbexşane kirin. A em dikin têkoşîneke ya mafê ye, ji bo vê yekê hêviya me ya serketinê heta dawî heye.”

Piştre jî parêzer Lûkas Theûne jî daxwazên çalakvanên grevên birçîbûnê di warê hiqûqî de girt dest û got: “Ocalan ji bo Kurdan xwedî wateyeke pir mezin e. Tecrîda li ser Ocalan li dijî hiqûqa Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê ye.” Theûne bi taybet ev tişt ji bo Hikûmeta Federal a Elman got:

“Cihê ku hikûmeta Elman lê cih girtî pir xirabe. Ji ber ku ew Ocalan weke terorîst dibînin ji bo wê li dijî pêkanînên derhiqûqî yên li ser tên kirin tiştekê nakin. Ez dixwazim vê bêjim ev ya tê kirin li dijî mafê mirovî ya bingehîn e. Ya li vir divê bê pirsîn bê ka çima çalakvan ketine grevên birçîbûnê. Ji ber ku li Tirkiyeyê rêyên çalakiyên demokratîk ji aliyê rejîma zextker ve hatiye girtin.”

Di konferansê de rojnameger, nivîskar û lîstikvan Hayko Bagdad axivî û diyar kir ku bi sedsalan Ermenî tên qetilkirin û wiha domand; “Kurd jî dixwazin ji sed salan bûyerên ku jiyane piştrast bikin. Kurd bi rêyên cûda dixwazin derdên xwe bibêjin, dema siyasetê dikin diavêjin girtîgehan, dema derdikevin kolanan jî tên kuştin. Ji bo wê jî bi rêbaza greva birçîbûnê têdikoşin. Ev çalakiya ku tenê zirarê dide xwe, çalakiyekî bêdneg û ji bo bibin deng tên gel hev.”

Endamê KCD’ê Huseyîn Yilmaz jî axivî û got; “Kurdan jiyana hevpar a bi gelên din re esas digrin lê tecrîd li pêşiya vê jiyanê ye. Divê her kesê ku li gel demokrasî û hiqûqê ye piştgiriyê bide vê têkoşînê.” Hunermend Ferhat Tûnç jî got ji ber ku pesnê şervanên li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyane neçar ma sirgûn kir.

TÛNÇ: TECRÎDA LI SER OCALAN LI DIJÎ HIQÛQÊ YE

Hunermend Tûnç diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan li dijî hiqûqê ye û wiha domand; “Dewleta Tirk bi vê tecrîdê re hiqûqa xwe binpê dike. Bi tecrîdkirina Ocalan re li Tirkiyeyê şer dîsan destpê kir û welat rûniştin li ser raya dîktatoriyê. Guven û hevalên wê ji bo van zextan ji holê rabikin bedena xwe ji birçîbûnê re razandine.”

Tûnç bang li Elmanya û hikûmetên Ewropa kir ku li beramberî çalakiyên greva birçîbûnê bêdeng nemînin û ev bang kir; “Ji bo şkandina tecrÎdê, ji bo bicih anîna daxwazên mafdar zextan li dewleta Tirk bikin. Bi taybet rewşenbîrên Elman divê ji bo çalakgeren greva birçîbûnê bikevin nava tevgerê.”

Herî dawî akademîsyen Mûzaaffer Kaya jî axivî û got; “Tenê daxwazekî çalakgerê greva birçîbûnê heye û ew jî daxwazekî mafdar e. Ev daxwaz di heman demê de daxwaza min e jî. Ji ber ku rakirina tecrîdê mifteya çareseriya doza Kurd û hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê ye.”

Konseferansa çapemeniyê bi banga endamên Komîteya Piştevaniya bi Çalakgerên Greva Birçîbûnê ya ji bo Parlamena Ewropa, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) bicih anîna daxwazên çalakgeran bidawî bû.