Li Meclîsa Eyaletê ya Berlînê ji bo Guven çalakî hate lidarxistin

Ji bo parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku 71 roj in di greva birçîbûnê de ye, komek çalakgerên Kurd tîşort li xwe kirin ên ku wêneyê Leyla Guven li ser wê heye û li Meclîsa Eyaletê ya Berlînê çalakiya bêîtaetiya sivîl li dar xistin.

Li Berlîna Elmanyayê Kurd û dostên wan ji piştgiriya greva birçîbûnê ya ku parlementera HDP’ê Leyla Guven daye destpêkirin û ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.

Komek çalakgerên Kurd roja Pêncşemê di danê nîvro de tîşort li xwe kirin ên ku wêneyê çalakger Leyla Guven li ser wê heye û li avahiya Meclîsa Eyaleta Berlînê çalakiya bêîtaetiya sivîl li dar xistin. Çalakgeran li korîdora sereke ya meclîsê xwestin ku bila ji bo Guven hewldan werin kirin.

Di dema vê çalakiyê de komeke din jî hevdîtin bi nûnerên partiyan re pêk anî yên ku komên wan li Meclîsa Eyaletê ya Berlînê heye û derbarê tecrîda li ser Ocalan dosye pêşkêşî wan kirin.