Li Marsîlyayê şeva piştevaniyê bi Amedsporê re

Ji ber êrîşên bi nijadperestî yên li dijî Amedsporê, li Marsîlyayê şeva piştevaniyê bi Amedsporê re hat organîzekirin.

Bertekên li dijî êrîşên bi ser Amedsporê yên gava lîstina gogê bi Bûrsasporê re, li gelek derên cîhanê berdewam in. Komên alîgir ên antîfaşîst ên Başûrê Fransayê û koma Amedspor Barîkatê, li dijî êrîşên bi ser Amedsporê şeva piştevaniyê organîze kir.

Organîzasyon, ji panel, sînevîzyon û niqaşa bi serbestî pêk hat. Ji bo piştgiriya bi Amedsporê re forma û stûpêçên Amedsporê hatin firotin.

Nûnerên Amedspor Barîkat a Ewropayê, banga geşkirina têkoşînê û diyarkirina helwesta hevpar li dijî gotin û berpêbûnên nijadperest, faşîst û zayendperest, li komên alîgiran ên Başûrê Fransayê kir.