Li Marsîlyayê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn
Bi çalakiyekê li bajarê Marsîlya ya Fransayê Berxwedêrên Mezin ên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê û ji bo gerîlayê HPG’ê Brûsk Amed ê 31’ê Gulanê li Colemêrgê di şer de şehîd bûyî taziye hate danîn.
Bi çalakiyekê li bajarê Marsîlya ya Fransayê Berxwedêrên Mezin ên Rojiya Mirinê ya 14’ê Tîrmehê û ji bo gerîlayê HPG’ê Brûsk Amed ê 31’ê Gulanê li Colemêrgê di şer de şehîd bûyî taziye hate danîn.
Li Marsîlyayê bi çalakiyekê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û endamên Komîteya Navendî yên PKK’ê Diyar Xerîb, Kasim Engîn û gerîlayê HPG’ê Brûsk Amed (Bariş Bardakçî) yê di 31’ê Gulanê de li Colemêrgê di şer de şehîd bûyî hatin bîranîn.
Bîranîna li KDM’ê hatî lidarxistin û taziyek bi deqeyek rêzgirtin hate destpêkirin. Piştre jî siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş ê di Girtîgeha Amedê de mabû, rewşa siyasî nirxand.
Gelek Kurdistanî tevlî bîranînê bûn. Di bibîranînê de sînevîzyon hate pêşandan. Li salonê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û şehîdên têkoşîna azadiyê hatin daliqandin.
Di heman demê de birayê gerîlayê HPG’ê Brûsk Amed jî taziye qebûl kir.