Li Marsîlyayê meşa dirêj dest pê kir

Li Marsîlyayê meşa dirêj a li dijî komploya navneteweyî dest pê kir.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşeke dirêj a ji bo sê rojan dest pê kir.

Kurdistaniyên ji bajarên Bordeaûx, Toûloûse, Montpellîer û Dragoûnyanê hatin tevî dostên xwe li ber Şaredariya Da Martîgûesê li hev civiyan, belavoka bi Fransî xwendin û bi 153 kesî dest bi meşê kirin.

Roja destpêkê ya meşê wê di navbera Martîgûes û Marîgnaneyê de be. Sibe jî wê ciwan ji Marîgnanê heta St. Antîone ya li pêşiya Marsîlyayê bimeşin. Roja dawî jî wê meşvan ji St. Antîone heta qada Joûlîette ya Marsîlyayê bimeşin û li Vîeûx Portê mîtîngekê li dar bixin.