Li Marsîlyayê komkujiya Kortekê hate protestokirin
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û komkujiya Kortekê li bajarê Fransa Marsîlyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û komkujiya Kortekê li bajarê Fransa Marsîlyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Li Ewropayê êrîşên dewleta Tirk a dagiker ên bi ser Başûrê Kurdistanê de bi çalakiyan tê protesto kirin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Fransa Marsîlyayê li hev civiyan û li Qada Vîeûx Portê çalakî li dar xistin.
Ciwanan ji bo balê bikişînin ser komkujiyên dewleta Tirk êlekên bixwîn li xwe kirin. Ciwanan wêneyên komkujiyê jî rakirin û çalakiya bêdeng lidarxistin.
Ciwanan bi derxistina dengê balafir û bombebaranê balkişandin li ser komkujiyê.
Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û komkujiya Kortekê hate şermezar kirin. Ciwanan bê navber dirûşmeyên ‘Kujer Erodgan’ berzkirin û belavok belavkirin.