Li Marsîlyayê ji bo Ocalan meşiyan

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê bi wesîleya ‘10’ê Cotmehê Roja Azadîya Ocalan’ meşek hate lidarxistin.

Ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo 10’ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanê çalakî didomin.

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê bi wesîleya ‘10’ê Cotmehê Roja Azadîya Ocalan’ meşek hate lidarxistin.

Di meşê de komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmehê de hate şermezarkirin. Meş saet di 13.00’an de li Qada Canabîereyê hate lidarxistin.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK, YPG, YPJ, TJK-F û TCŞ’ê hate hildan. Di meşê de sloganên ‘Bijî berxwedana Heftanînê’ û ‘Azadî ji Ocalan re’ hate berzkirin.

Piştî meşê li Qada Vîeûx-Portê mîtîngek hate lidarxistin û belavok hate xwendin.