BI DÎMEN

Li Marsîlyayê derbeya li Wanê hate şermezarkirin

Derbeya AKP’ê ya li Wanê, li Marsîlyayê hate şermezarkirin.

LI MARSÎLYAYÊ ÇALAKÎ

Kurdistan li bajarê Marsîlya yê Fransayê, derbeya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî şaredariya DEM Partiyê protesto kirin.

 Ji endamên TCŞ’ê di çalakiya li qada Beldûemeyê de axivî û got: “Di serî de ciwanên welatparêz ên li Kurdistanê, em ji vir bang li hemû kesê dikin; roj roja xwedî derketina li rûmet û şerefa xwe ye. Divê her kes biherike qadan û xwedî li îradeya xwe derkeve. Em jî wê di nava piştevaniyê de bin, em ê bi hev re bi ser bikevin.”

Hevserokê Marsîlyayê Enes Karliova jî wiha got: “Kurdên li Wanê destanê dinivîsin û divê bê zanîn ku êdî sebra me nemaye. Weke gel em ê biherikin qadan û xwedî li îradeya xwe derbikevin. Em bang li hemû Kurd ê bi rûmet û alîgirên demokrasiyê dikin ku li dora DEM Partiyê kom bibin û xwedî li îradeya xwe derbikevin.”