Li Marsîlyayê çalakiyên piştevaniya bi grevan re

Bi armanca protestokirina tecrîda giran a li ser Ocalan û bal kişandina ser grevên birçîbûnê li bajarê Marsîlya yê Fransayê çalakiyek hate kirin.

Endamên Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan ku xebatan li herêma Marsîlya dike, bi armanca bila daxwazên Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û hemû girtina bên pêkanîn, çalakiyek kirin.

Di çalakiya li pêşiya Meclîsa Herêma Marsîlya, bê navber dirûşmên ‘Em hemû Leylan ne’ û ‘Ji Ocalan re azadî’ hatin qîrkirin.

Jinan di çalakiyê de bi hezaran belavok belavkirin, bal kişandin ser tecrîda giran a li ser Ocalan û hate gotin tavilê divê daxwazên Leyla Guven bên bicihanîn. Bang li dewletên Ewropa hate kirin ku zextê li hikûmeta Tirk bikin.