Li Marsîlyayê bi hezaran kesan komplo protesto kirin
Piştî meşa dirêj a başûrê Fransayê li Marsîlyayê bi tevlêbûna bi hezaran kesan komploya navneteweyî hate protestokirin.
Piştî meşa dirêj a başûrê Fransayê li Marsîlyayê bi tevlêbûna bi hezaran kesan komploya navneteweyî hate protestokirin.
Bi beşdariya Kurdên ji Marsîlya, Bordeaûx, Toûloûse û Draûîgnanê li Marsîlyayê meşeke dirêj hate lidarxistin.
Kurd di destê sibehê de li St. Antîonayê hatin ba hev û maskeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan ber rûyê xwe.
Di meşê de belavok hate xwendin û sirûd hatin lêdan.
Li qada Joûlîetteyê govend hate gerandin û Meclîsa Jinan a Arîn Mîrxan ji bo kampanyaya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem û 100 hezar îmze’ îmze kom kir.
Gel piştre ji Qada Joûlîetteyê heta Qada Vîeûx Portê meşiyan û li cihê herî şên ê Joûîletteyê çalakiyeke rûniştinê li dar xist.
Di heman demê de ji bo balkişandina paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê ‘Pirtûkxaneya Rêbertî’i sibê saet di 10.00’an de li Fransayê dest pê bike.