Li Marsîlya tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê ciwanên Kurd bi çalakiyekê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Bi armanca rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bal kişandina ser ewlehî, tenduristî û azadiya wî li bajarê Marsîlya yê Fransayê ciwanên Kurd li Balafirgeha Marsîlyayê çalakiyek kirin.

Di axaftinên çalakiyê de hate kirin, di serî de ciwan, hemû welatparêz û hêzên demokrat ji bo faşîzmê têk bibin, di nava berxwedanê de ne, bang kir ji îro û pêde wê tim di nava çalakiyan de bin.