Li Mantes la Jolieyê berxwedana Rojava hat silavkirin
Li Mantes la Jolieyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê hat protestokirin û berxwedana Rojava hat silavkirin.
Li Mantes la Jolieyê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê hat protestokirin û berxwedana Rojava hat silavkirin.
Kurdistaniyên li bajarê Mantes la Jolie ya Fransayê dijîn, li pêşiya avahiya şaredariyê kom bûn û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çalakiyekê protesto kirin.
Di çalakiyê de berxwedana şervanên QSD, YPG û YPJ’ê hatin silavkirin û bi dirûşmeyên “Terorîst Erdogan” û “Faşîst Tirkiye” dewleta Tirk hat teşhîrkirin.