Li Mannhemê merasîmek ji bo piştgirîdayîna Rojava pêkhat

Li Mannheimê ji bo pişgirîdayîn a ji bo Rojava merasîmek hate organîzekirin.

Li bajarê Mannheim a Almanyayê li salona Rûya bi tevlîbûna hezaran kesî merasîmeke pîrozbahiyê hate lidarxistin.

Di pîrozbahiya ku bi drûşma “Ji komekî heta gihişt bi milyonan” hatibû organîzekirin de li ser navê komîteya amadekar daxuyanî hate xwendin û piştre jî peyamên KCDK-E û TJK-E hatin xwendin.

Her wiha AGÎF, ATÎK û ADHK jî ji bo merasîmê peyama xwe şandibûn. Nûnerê FEDA’yê û Parlementerê berê yê Şirnexê Feysel Sariyildiz jî axivîn.

Di merasîmê de sînevîzyon hate nîşan dan û bi berdewamî drûşm dihatin berzkirin.

Hunermend Azad Bedran, Diyar, Denîz Deman, Sevîm û Erkan, Dengê Sînan, Komên DTKM û ekîbên srûd û folklorê di merasîmê de derketin ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin.