Li Malmo Metîn Hesekê û şehîdên Rojava hatin bibîranîn
Can Nemed (Metîn Hesekê) yê di êrîşa dagirkeriya Tirk a li ser Rojava li Serêkaniyê şehîd bû û hevrêyên wî li bajarê Malmo ya Swêdê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.
Can Nemed (Metîn Hesekê) yê di êrîşa dagirkeriya Tirk a li ser Rojava li Serêkaniyê şehîd bû û hevrêyên wî li bajarê Malmo ya Swêdê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.
Bîranîna ku li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Malmo yê hate kirin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Rojava destpê kir.
Ji Komîsyona Malbatên Şehîdan a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Goteborgê Ahmet Qamişlo li ser Tevgera Azadiya Kurd a şehîdan û girîngiya ji bo elê Kurd nirxandin kir.
Qamişlo anî ziman ku hemû destkeftiyên li Kurdistanê hatine bidestxistin bi saya fedekariyên şehîdan pêk hatine û got: “Di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Sûriye û Rojava hate kirin gelek hevrêyên me şehîd bûn. Têkoşîn wê heta serketinê û gihiştina ronahiyê bidome.”
Endamê Desteya Rêveber a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Skane Mehmet Şah amed jî diyar kir ku bi êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Dûriyeyê re li hemû cîhanê tecrîd pêk hat, hikûmet û gelan li dijî êrîşên dewleta Tirk bûn xwedî helwest.
Bîranîn bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.