BI DÎMEN

Li Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel piştevanî xurt dibe

Nagîhan Akarsel ku 4'ê Cotmeha 2022'an li Silêmaniyeyê hate qetilkirin, li Helebê li mala xwendinê tê bîranîn. Li Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel hem pirtûk têne xwendin, hem jî weke cihê karkirinê ji bo xwendekaran tê bikaranîn.

LI HELEBÊ MALA XWENDINÊ

Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel ku sala 2023'an li taxa Şêxmeqsûd a Helebê hate avakirin, çanda xwendina pirtûkan xurt dike û bûye cihê piştevaniya civakî.

Endama Navenda Helebê ya Jineolojiyê Ferîde Mûsa got, "Mala xwendinê ji 7 heta 70 salî ji her kesî re vekiriye. Yanî sînorekî temen nîne. Ji pirtûkên çîrokan ên ji bo zarokan heta bi pirtûkên xwendinê yên ji bo xwendekaran, pirtûkên me ji bo her beşên civakê hene. Tevî pirtûkên bi Erebî û Kurdî her wiha hin materyalên me yên bi Îngilîzî jî hene. Mala xwendinê hem cihê xwendina pirtûkan hem jî navenda kûrbûnê ye. Malên hin xwendekaran ji bo kûrbûn û xwendinê guncaw nîne. Ew xwendekar jî bi taybetî mala xwendinê tercîh dikin."

Ferîde Mûsa anî ziman ku her cûre pirtûk hene û got, "Tevî pirtûkên çîrok û romanan, pirtûkên me yên li ser felsefeyê jî hene. Li gorî pêwîstiyên civakê em hewl didin mala xwendinê dewlemend bikin. Komên ku serdana mala xwendinê dikin bi rengekî komî pirtûkeke ku diyar dikin dixwînin û nîqaş dikin. Bi vî rengî dewlemendiyeke fikrî tê afirandin. Her wiha kes bi xwe bawer dike. Civakîbûn û piştevanî jî xurt dibe."

Ferîde Mûsa diyar kir ku bi Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel re bi taybetî pêşî li lawazbûna xwendina pirtûkan a ciwanan tê girtin û got, "bi taybetî ciwan tenê bi materyalên dibistanê bi sînor dimînin. Nikarin xwe bigihînin nêrîneke cuda. Bi zarokên ku tenê bi materyalên dibistanê bi sînor dimînin li dibistanê jî tenê derdoreke diyarkirî ya hevalên xwe hene. Ji bo ciwan bibin xwedî nêrîneke berfireh pêwîstî bi maleke xwendinê ya ji pirtûkên dewlemend hebû.

Di serdema heyî de çanda xwendina pirtûkan hebe jî bi giranî dîjîtal tê tercîhkirin. Ev rêbaz hesta navbera pirtûk û mirovan dikuje. Ji ber ku meyla ciwanan bi giranî li ser înternetê ye, nikarin ji xwendina yekser a pirtûkan sûdê werbigirin. Lewma em dixwazin çanda xwendinê li nava civakê biparêzin. Malbat ji mala me ya xwendinê bawer dikin. Di wê baweriyê de ne ku zarokên wan bi rehetî dikarin li wê derê bifikirin. Kêfxweş in ku ciwan bi hev re, piştevanî û alîkariya hev dikin û dixwînin."

Ferîde Mûsa anî ziman ku deriyê Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel li her kesî vekirî ye û ew wê pirtûkên xwe li gorî daxwazên civakê hîn dewlemend bikin.