Li Lûzernê li dijî nijadperestî û krîza avhewayê çalakî hate kirin

Li Lûzerna Swîsreyê di çalakiya li dijî nijadperestî û krîza avhewayê hatî lidarxistin de, ji bo têkoşîna avakirina sîstemek ekolojîk û azad a li dijî zêdebûna nijadperestiyê û krîza avhewayê ya li welatên Ewropoyê bang kirin.

Li Lûzerna Swîsreyê, Federasyona Sendîka Lûcerne, Juso, SP, Keskên Ciwan, Keskan, RESolut, Navenda Civaka Kurd, Lûxerne in Trassîtîon, Psychologîsts for Future, Solînetz, Greva Jin û Greva Avhewayê, partiya siyasî, civaka sivîl û rêxistinên penaberan jî di nav de, 12 saziyan bi hev re çalakiyek lidar xistin.
Di çalakiyê de, ji bo zêdebûna nijadperestî û krîza avhewayê ya li welatên Ewropayê banga bi helwestbûnê kirin.
Çalakgerên ku li stasyona trenê ya li navendê hatîn gel hev, bi dirûşmeya, “Avakirina cîhanek ekolojîk û azad pêkan e” hetanî ber navenda bajêr meşiyan.
Çalakgerên ku di serî de li ber Parlementoya Kantonê û gelek cihên girîng rawestayîn, belavok xwendin û ji bo bi helwestbûna li dijî pêlên nijadperestiyê û krîza avhewayê bang kirin.
Meşa ku nêzî 2 seatan dom kirî, bi axaftinên li ser navê saziyan li Sûdînplatza weke bajarê kevin ê Kantona Lûzernê tê zanîn bi dawî bû.