Li Lûganoyê ji bo Rêberê Gelê Kurd ji NY’ê re name şandin

Kurdistaniyên li bajarê Lûganoya Swîsreyê dijîn, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî, name ji Sekreteriya Giştî ya NY’ê re şandin.

Îro Kurdistaniyên li kantona Tîcîno ya Swîsreyê ku bi Îtalî diaxivin nameyên ku li bajarê Lûgano amadek kirine bi şêweyek komî şandin ji Neteweyên Yekbûyî re.

Bi pêşengiya Meclisa Gelê Kurd a Lûganoyê di çarçoveya kampanyaya ku tê birêvebirin de, îro desta yekem nêzî 20 name şandin û diyar kirin ku ji bo serkeftina kampanyaya nameyan, wê hetanî dawiyê xebatên xwe bê navber bidomînin.

Hevserokê Meclisa Gel Recep Akkamiş ku di derbarê kampanyayê de ji ANF’ê re axivî wiha got, “Ji roja kampanya destpêkirî heta niha bi xwedîderketina pêngava ‘Dem Dema Azadiyê Ye” em xebatên xwe bê navber dom dikin.”

Akkamiş got ku wê di çarçoveya kampanyayê de di rojên pêşiya me de careke din bi şêweyê komî nameyan bişînin.