Li Lûdwîgsbûrg û Heîlbronnê kongreyên FCK'ê pêk hatin

Li bajarên Lûdwîgsbûrg û Heîlbronnê yên Elmanyayê, kongreyên meclîsa Federasyona Civakên Kurdistanî (FCK) hatin lidarxistin.

Kongreya li bajarê Lûdwîgsbûrgê li salona Gemeîndehaûsê pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.

Piştî ku Lokman Hedîl destpêkê axivî, dîwana kongreyê hate hilbijartin.

Ji Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke) Peter Schîmke li kongreyê axivî û bal kişand ser rewşa Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven. Schîmke bi bîr xist, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 20 sal in tecrîdkirî ye.

Schîmke got, "Ocalan yek ji hîmên bingehîn ên aştiya li Tirkiyeyê ye" û diyar kir, yekane mifteya aştiyê, Ocalan e.

Li dû axaftina Peter Schîmke hilbijartin hate kirin û meclîsa ji 38 kesî ku 12 jê jin in hate hilbijartin.

Ji bo hevserokatiya meclîsê jî Lokman Hedîl û Sûltan Comert hatin hilbijartin.

Di dewama kongreyê de peyama Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç hate xwendin û siyasetmedar Faysal Sariyildiz axivî.

HEÎLBRONN

Kongreya FCK'ê ya li Heîlbronnê jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat.

Bi dehan kes tevlî kongreyê bûn û rewşa dawî ya siyasî hate nirxandin.

Qisekeran işaret bi berpirsyariya Kurdan a li pêşberî çalakiyên greva birçîbûnê kirin.

Di dawiya kongreyê de meclîsa ji 43 kesan hate hilbijartin û Şevket Çelîk û Gulîstan Ozdemîr bûn hevserok.