Li Lozanê Meşa Azadiyê bi coşeke mezin destpê kir
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk’ bi pêşengiya TCŞ û TEKOJIN Meşa dirêj li bajarê Lozanê destpê kir.
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk’ bi pêşengiya TCŞ û TEKOJIN Meşa dirêj li bajarê Lozanê destpê kir.
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKOJIN) li bajarê Lozan ê Swîsreyê, danê sibehê Meşa dirêj destpê kir.
Li ser navê TCŞ'ê metna çapemeniyê ya Fransî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.
'DIVÊ EM HER ROJ LI QADAN BIN'
Di daxuyaniyê de tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat bibîr xistin û ev tişt hate gotin, “Divê ciwanên Kurdistanê her roj li qadan bin.”
Li ser navê YJK-S’ê Selman Surme di daxuyaniyê de axivî û çalakiya ciwanan silav kir. Surme banga mezinkirina berxwedanê kir û got, “Îro weke ciwan û jinên Kurd em li vir kom bûne. Serdema duyemîna a pêngavê destpê kir. Piştî 1’ê Îlonê hem rêxistinê ciwan hem jî ya jinan wê bi awayekî rêxistinî dest bi pêvajoya çalakiya bikin. Armanca van çalakiyan ew ê azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê be. Em ê îro ji vir ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ve bimeşin û hesab bipirsin: Em çima ji Rêbertiya xwe agahî nagirin? Em sedema vê pirse dizanin jixwe. Yekane sedema vê yekê, felsefe û berxwedana Rêber Apo ye. Têkoşîna Rêber Apo ya ji bo mirovahiya azad e. Cîhan tev jî dizane ku sedema tecrîdê tenê, paradigmaya Rêbertî ye. Di vê nuqteyê de çi dibe bila bibe em ê têbikoşin û di vê şerê hebûn û nebûnê de, em ê teqez bi ser bikevin. Divê hemû sazî û dewletên berpirsyar baş bizanibin ku Rêberê me azad e û em ê bi berxwedana xwe azadiya wî ya fizîkî mîsoger bikin!"
Meşa ku wê bi qasî 8 kîlometreyan dewam bike, wê piştre bi mîtîngeke li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li navenda bajarê Cenevreyê bi dawî bibe.