Li Lozanê li dijî tecrdê stant hat danîn

Bi danîna stanta agahdarkirinê ya li Lozanê, çalakvanan bal kişande ser tecrîda li Îmraliyê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.

Di çarçoveya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” ya bi armanca balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî hatî destpêkirin de li bajarê Lozan a Swîsreyê stanta agahdarkirinê hat danîn.

Endamên Navenda Civaka Kurd û Meclîsa Jinê ya Lajîn jî tevlê çalakiya stantê ya bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Tekoşer (Teko Jin) li meydana Rîpponne hat lidarxistin bûn û piştgirî dan çalakiyê.

Ciwanan li gel pirtûkên ku fikir, felsefe, tez û projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di navê de pirtûkên “Şoreşa Jinê”, “Şer û Aştî”, Konfedralîzma Demokratîk” û “Netewa Demokratîk” û belavokên amadekiribûn bi dirêjahiya rojê li ser şêniyên Swîsreyî belavkirin.

Her wiha derbarê tecrîdê û pêwîstiya bê ka çima Ocalan azad be kesên li derdorê derbas dibûn hatin agahdarkirin û banga hişyariyê li raya giştî ya Swîsreyiyan hat kirin.

Endamên TCŞ û Teko Jin ku wê di rojên li pêş de jî li navendên cuda yên welat stantan vekin wê di stantan de fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji şêniyên Swîsreyî vebêjin.