Li Lozan, Bern, Marsîlya û Brûkselê tecrîd hate protestokirin

Li bajarên Bern û Lozan ên Swîsreyê, bajarê Marsîlya yê Fransa û paytexta Belçîka Brûkselê tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin protestokirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn bi armanca balê bikişînin ser çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ewlehî, tenduristî û azadiya wî, çalakiyên xwe didomînin.

LOZAN

Li bajarê Lozan ên Swîsreyê bi armanca piştgirîkirina çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a di roja 69’an de ye li pêşiya Parlementoya Kantona Vaûd a bajarê Lozanê çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de heyeta Kurd hevdîtin bi parlementerên gelek partiyan re kirin.

Heyeta Kurd a bi sekreteriya Meclîsa Kantona Vaûdê re kir, anî ziman ku çavkaniya pirsgirêka Kurd bi peyman a li Lozanê pêk hatiye û hate gotin divê Parlementoya Kantonê li hemberî pirsa Kurd bê hestyar nebin.

Di hevdîtinan de bal hate kişandina ser rewş grevên birçîbûnê yên dêdawî û bêdorveger ên li Zindanan.

Seroka Koma Parlemetoya Partiya Sosyalîst Valerîe Indûnî, Serokê Koma Parlementoya Çep a Yekgirtî jean Mîchael Dolîvo, Serokê Koma Parlementoya Partiya Keskan Vassîlîs Venîzelos jî di nav de bi dehan wekîlên kantonan serdana çalakiyê kirin.

Li Parlemetoya Kantonê li ser navê Tevgera Çep a Yekgirtî Parlementer Jean Mîcheal Dolîva axivî û diyar kir ku jiyana Leyla Guven li ber xeteriyê ye û banga hestyariyê kir. Dolîvo bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û diyar kir ku pirsgirêk ne tenê ya Kurd e, pirsgirêka dewletên navneteweyî ye.

BERN

Bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Mizgîn a Bern û Komîna Jinan a Arîn Mîrka a Bîelê li stasyona trenê ya li navenda Bernê belavokên bal dikişîne ser tecrîda Ocalan û grevên birçîbûnê hate belavkirin. Dîsa di çaçoveya kampanyaya ji bo Rêberê Gelê Kurd hatiye destpêkirin ku ji bo Parlementoya Ewropa û Konseya Ewropayê bê şandin îmze hatin berhevkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyek lidar xistin. Ciwanên ku li Bel du Maîdenê rê li trafîkê girtin, bi qasî 35 deqeyan çalakiya xwe bi dirûşman dom kirin. Ciwanên ku meşa xwe dewam kirin, bi daxuyaniya dan û şûnde dawî li çalakiya xwe anîn.

BRÛKSEL

Li paytexta Beçîka Brûkselê standa berhevkirina kampanyaya îmzeyan hate vedan û îmze hatin berhevkirin.

Di çalakiya li dijî tecrîdê de belavok hatin belavkirin, îmze jî hatin komkirin.