Li Lorîentê Kurd û dostên wan ji bo Efrînê daketin qadan
Li bajarê Lorîentê yê Frankfûrtê Kurd û dostên wan li dijî dagirkeriya li ser Efrînê daketin qadan û banga berxwedanê kirin.
Li bajarê Lorîentê yê Frankfûrtê Kurd û dostên wan li dijî dagirkeriya li ser Efrînê daketin qadan û banga berxwedanê kirin.
Li dijî qanûna ewlekariyê ya ku hikumeta Fransayê dixwaze derbixe, gelek saziyan piştgirî dan çalakiya protestoyê. Kurd û dostên wan jî tevlî çalakiyê bûn.
Gel saet di 15.00’an de li Qada Place Arîstîde-Brîandê hatin ba hev û ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin.
Kurd û dostên wan ên tevlî meşê bûn, derbarê dagirkeriya li ser Efrînê agahdarî kirin û qala sûcên şer ên dewleta Tirk kirin. Di çalakiyê de derbarê dagirkeriya li ser Efrînê belavok jî hate belavkirin.