Li Londrayê êrîşên dagirkerî û qirkeriyê hate protestokirin

Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye êrîşên qirkerî û dagirkeriya ku dewleta Tirk li ser Bakurê Rojhilatê Sûriyê pêktîne bi meşeke hat protestokirin.

Meşa ku li ber avahiya BBC dest pê kir li meydana Pîccadîllyyê bi dawî bû.

Di meşê de dirûşmeyên “Boykot Tirkiye” û “Tirkiye, destê xwe ji Rojava bikişîne” hatin berzkirin.

Belavokên ku taybetî êrîşên dagirkerî û sûcên şer yên dewleta Tirk pêk anî hatibû belge kirin, hate belavkirin.

Di dawiya meşê de hevserokê Meclîsa Gel ê Kurd a Londrayê Nejla Coşkûn axivî û bal kêşa ser êrîşên dagirkerî yê dewleta Tirk ku demildest rawestîne. Coşkûn bang li Ewropayê jî kir ku bila pêşiya paqijkirina etnîkî ya herêmê bigire.