Li Londrayê êrîş hatin protestokirin

Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye, êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Mexmûrê hate protestokirin.

Çalakî li pêşiya Parlementoya Îngîltereyê hate lidarxistin. Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johnson dema ku tevlî civînê bû, Kurdistaniyekî pêşiya wesayîta wî birî.

Ji ber ku wesayîta Johson ji nişka ve sekinî, wesayîta ewlekariyê ya li pişt, li wesayîta serokwezîr ket.

Kesê pêşiya wesayîtê birî hate destgîrkirin.

Kurd li pêşiya Parlementoya Brîtanyayê hatin ba hev û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Kampa Mexmûrê û Şengalê protesto kirin.