Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Li Londrayê çalakiya protestoyê: Divê tecrîd were rakirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye hate protestokirin.

Kurd û dostên wan bi banga Meclîsa Gel a Kurdan li pêşiya pirtûkxaneya Wood Greenê hatin ba hev. HBDH û rêxistinên girseyî yên demokratîk piştgirî dan çalakiyê.

Li ser navê HBDH’ê axaftin hate kirin. Di axaftinê de hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan rêberê gelê Kurd û hate gotin, “Wê çîn û neteweyên bindest xwedî li rêberên xwe derkevin. Fikarên me yên li ser rêzdar Ocalan gelekî zêde ye. Ocalan rûmeta me ye. Divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin û hevdîtin pêk were.”