Li Londra, Toronto û Strasboûrgê AKP û MHP hatin protestokirin

Li Londra, Toronto û Strasboûrgê Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û darbeya siyasî ya AKP û MHP’ê protesto kirin.

LONDRA

Meclîsa Gelê Kurd a Londrayê û pêkhateyên wê li pêşiya avahiya serokwezîrtiyê hatin ba hev û desteserkirina parlementeriyên HDP’ê protesto kirin.

Di çalakiyê de posterê parlementera HDP’ê Leyla Guven hate hildan. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku zext û qetlîama dewleta Tirk didome û hate gotin ku “Rejîma AKP û MHP’ê di şexsê Leyla Guven de jinên Kurd dike hedef lê têkoşîna gelê Kurd a li dijî faşîzm û dîktatoriyê didome."

Parlementerê herêma Londra-Enfîeld a Feryal Clark DemîrcÎ jî bang li dewleta Tirk kir ku bila biryara li ser sê parlementeran were betalkirin û her du parlementerên HDP’ê werin berdan.

TORONTO

Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî darbeya AKP û MHP’ê hate protestokirin. Çalakî li ser rêya Yonge&Bloordê hate kirin. Di çalakiyê de pankartên şermezarkirina êrîşên faşîzane yên dewleta Tirk hate hildan, ligel posterê parlementerên HDP’ê yên hatine girtin, posterê Bariş Çakan jî hate vekirin ê ku li Enqereyê hatibû qetilkirin.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê bi banga TJK-E, CDK-F, Jinên Ciwan ên Azad û Tevgera Ciwanên Azad bi şîara ‘Her roj Kurdistan’ çalakî hate lidarxistin.

Gel li pêşiya gara Strasboûrgê hatin ba hev û heta Qada Kleberê meşiyan. Di çalakiyê de sloganên ‘Erdoganê dîktator’ û ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin.

Di meşê de belavok jî hate belavkirin.  Berdevkê Konseya Ewropayê yê HDP’ê Faîk Yagizay diyar kir ku sedema sereke ya êrîşên rejîma faşîst a AKP û MHP’ê qedandina têkoşîna Kurdan e.