Li Lorîentê tecrîd hate protestokirin

Li bajarê Lorîent a Fransayê Kurdistanî û dostên wan tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyekê protesto kirin.

Li ser banga CDK-F û TJK-F’ê li Place Arîstîde-Brîant a bajarê Lorîent ê Fransayê bi tevlîbûna Kurdistanî û dostên wan tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zextên li ser HDP’ê, girtin û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê protesto kirin.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Fransî hate belavkirin, berxwedana Heftanînê ya li dijî êrîşên dagirkeriyê ya Tirk û hevkarê wê PDK’ê ya li ser Başûrê Kurdistanê silav kirin.

Heta gotin ku wê têkoşîna azadiya gelê Kurd a li dijî faşîzma AKP-MHP’ê hê zêdetir bihêz bibe. Rexne li dewletên endamên YE kirin ku li hember êrîşên Tirkiyeyê bêdeng dimînin.

Dostên Kurd ên li Lorîentê dijîn bi rengên xwe tevlî çalakiyê bûn û piştevaniya xwe ya bi Kurdan re nîşan dan.

Çalakî bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bimre Xiyanet’ bi dawî bû.