Li Londonê salvegera damezrandina PKK hat pîrozkirin

Li Londonê bi tevlîbûna sedan kesî 41’emîn salvegera damezrandina PKK’ê bi merasîmeke biheybet hate pîrozkirin.

Salvegera 41’emîn a damezrandina PKK ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd ê Londonê ve hatibû organîzekirin hate pîrozkirin. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn û berdewam drûşmeyên “Bijî PKK” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Salona merasîmê bi alayên PKK, PAJK û YPG’ê ve hatibû xemilandin. Merasîm bi nîşandana sînevîzyonekê ya ku damezrandina PKK nîşan dida destpê kir. Her wiha di berdewama pîrozbahiyê de helbest jî hatin xwandin. Di merasîmê de destpêkê Hozan Şewder derket ser dikê.

“ÇARENÛSA GELEKÎ GUHERΔ

Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Nejla Arî di merasîmê de axivî û got: “Çarenûsa gelekî ku vîna wê hatbû şikandin, perçiqandin, tirsandin, kolekirin û kesayet û hişê wê bi siyasetên hov ên helandinê hatibû pûçkirin, bi roja 27’ê Mijdarê hate guhertin.” Arî Rêberê Gelê Kurd silav kir û got: “Îro cejna vejîna Kurdan e. Rêber Apo yê ku Têkoşîna Azadiyê ya wiha mezin destpêkirî û anî wê rojê bi rêzdarî silav dikin û 20 hezar kadroyên PKK û ew qasî jî ji gel bi giştî 40 hezar şehîdan ku hemû nirxên xwe deyndarê wan in bi minet wana bibîr tînin. Dîroka PKK, ew dîroke ku bîranîn û hesretên şehîdan dike hincet ji bo bilindkirina têkoşînê. Îro hemû dunya wê evîn û berxwedanê dihevîne û şoreşa li Kurdistanê heyî weke şoreşa xwe dibîne û xwedî lê derdikeve. Ew pêşketinên çêbûyî carekî din îspat kir ku PKK tenê partiya Kurd û Kurdistaniyan nîne berku ya hemû mirovatiyê û nirxên wê ye.”

“BU HÊVIYA GELAN”

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal jî bal kêşa ser wê yekê ku PKK sala 1978’an bi komekî biçûk ve ava bû, îro belavî tevahî dunyayê bûye û got: “Hemû tevgerê sosyalîst û şoreşgerên dunyayê bi mînak girtina PKK, xeta xwe ya têkoşînê pêş dixînin û mezin dikin. Îro li Rojhilata Navîn jî kîjan hêz dibe bila bibe, kîjan dewlet dibe bila bibe bê PKK’ê nikarin tevbigerin.”

Akbal bi domdarî got: “Em Rêber Apo silav dikin, PKK bûye hêviyek ji bo gelan û Rojhilata Navîn.”

“HIKÛMDARTIYA ZALIMAN LERIZΔ

Endama Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger Elîf Gûn jî axivî û diyar kir: “Îro PKK rehê xwe berdane erdê û di dilê mîlyonan de xwe bicih kiriye. Her wiha bûye Qibleya ciwanên şoreşger û bûye tevgerekî biheybet ya berxwedanê ku hukûmdartiya zaliman lerizandiye.”

Piştî axaftinan hunermed Jale Sineyî, Sîpan Xelat û koma dihol û zurne derketin ser dikê. Merasîm bi govendên bi coş ve bi dawî bû.