Li Londonê qirkirina Êzidiyan hat protestokirin
Kurdistaniyên ku li paytexta Îngilîstan Londonê li hev civiyan, bi wesîleya salvegera 10’emîn a Qirkirina Êzidiyan bîranîneke girseyî û xwepêşandana protestoyî lidarxistin.
Kurdistaniyên ku li paytexta Îngilîstan Londonê li hev civiyan, bi wesîleya salvegera 10’emîn a Qirkirina Êzidiyan bîranîneke girseyî û xwepêşandana protestoyî lidarxistin.
Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Îngilîstanê û Meclîsa Jinê ya Jiyan bi wesîleya salvegera Qirkirina Êzidiyan a 3’ê Tebaxa 2014’an li Qada Trafalgar çalakî hat lidarxistin.
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên şermezarkirina qirkirinê û eşkerekirina hevkariya dewleta Tirk hatin berzkirin. Her wiha wêneyên ku qirkirinê vedibêje û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.
Di axaftinên çalakiyê de bal kişandin ser bandora dewleta Tirk a di qirkirina Êzidiyan de û helwesta xiyanetkar a PDK’ê ya li dijî Êzidiyan hat şermezarkirin.
Di axaftinan de hate diyarkirin ku di encama qirkirinê de bi hezaran Êzidî hatine qetilkirin û bi deh hezaran jî neçar mane cih û warên xwe biterikînin û hate destnîşankirin ku gerîlayên PKK’ê bi parastina gelê Êzidî asteng kirin ku qirkirin bigihêje astên tirsnak. Di çalakiyê de gerîla hatin silavkirin û li dijî faşîzîm û hevkariya Tirk îşaret bi têkoşînê hat kirin.