Li Londonê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin
Bi sedan kesên ku li Londonê ji bo Newroza Ciwantiyê li hev civiyan, agir pêxistin, govend gerandin û bi berzkirina dirûşmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ Cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kirin.
Bi sedan kesên ku li Londonê ji bo Newroza Ciwantiyê li hev civiyan, agir pêxistin, govend gerandin û bi berzkirina dirûşmeya ‘’Bijî Serok Apo’’ Cejna Newrozê bi coşeke mezin pîroz kirin.
Li paytextê Îngilîstan Londonê, Newroza Ciwantiyê ya ku her sal ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve tê lidarxistin, îsal jî bi coşeke mezin û tevlîbûna bi sedan Kurdistanî û dostên xwe hate pîrozkirin. Şahî li bînaya KCC’ê hate lidarxistin û bi merasîma rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.
Piştî merasîma rêzgirtinê gelek caran dirûşmeyên “Şehîd raminin" û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Eywana şahiyê bi posterên mezin ên Rêber Apo, Zîlan û Mazlûm Dogan û bi alên YPG YPJ, PKK, TCŞ û HPG’ê hate xemilandin.
Kurdistanî bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî şahiyê bûn. Piştre Hamza Amed li ser navê Meclîsa Gelê Kurd axaftinek kir û ev yek anîn ziman: ‘’Bi milyonan kes dengê xwe digihînin Girava Îmraliyê. Em silavên xwe li Rêber Apo, gerîlayên azadiyê, hevrêyên li zindana li ber xwe didin û berxwedêrên ku li hemberî faşîzmê diqîrin, dikin.’’
Serxwebûn Rihayê jî li ser navê TCŞ’ya Brîtanyayê axivî û silavên xwe li Rêber Apo kirin û ev yek anîn ziman: ‘’Newroz, paradîgmaya Rêber Apo ye; şoreşa vejînê ye. Weke ciwanên Kurd em dibêjin azadiya Rêber Apo, azadiya me hemûyan e. Heya dabînkirina azadiya Rêber Apo em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em banga Rêber Apo ya ‘’Aşitî û Civaka Demokratîk’’ jî silav dikin. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û TekoJIN’ê em pistgiriyeke mezin didin vê bangê û girîng dibînin.’’
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd jî axaftinek hate kirin û hate destnîşankirin ku Newroz berxwedan e û hate diyarkirin ku mezinkirina pêngava dabînkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erk û berpirsiyariya her kesî ya sereke ye.
Piştî axaftinan hunermend Memozan, Nuarîn û hunermenda Faris Katy û Merwan Şan derketin ser dikê û bi tîlîliyan govend hate gerandin. Di şahiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Em Apocî ne”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana gerîla’’ hatin berzkirin.
Şahiya Newrozê heya saetên derengî berdewam kir.