Polîsên Ingilîz di 27’ê Mijdarê de avêtin ser Navenda Civaka Kurd a Londonê û malên gelek siyasetmedar û welatiyên Kurd. Di operasyonan de ku bi sedan polîs tevlîbûn, deriyên malan hatin şikandin. Aktîvîstên Kurd yên ku di çarçoveya operasyona 27’ê Mijdarê ya krîmînalîzekirina Kurdan de, hatibûn binçavkirin piştî 14 rojan derketin dadgehê.
Ji kesên ku hatine binçavkirin Hevseroka Meclîsa Civaka Kurd Turkan Ozcan, aktîvîstê KCC’ê Ercan Akbal, siyasetmedar û nivîskarê Kurd Alî Poyraz û aktîvîsta jin B.K. neanîn eywana dadgehê û bêyî wan ew darizandin. Agît K. û Mazlûm S. anîn ewyana dadgehê.
Di danişînê de, aktîvîst ji ber beşdarbûna li çalakî, bibîranîn, festîval û civînên çapemeniyê yên li Navenda Gelê Kurd hatin sûcdarkirin.
Hemû bi endamtiya PKK’ê hatin tewanbarkirin û weşanên aîdî Kurdan yên li Navenda Civaka Kurd û şehîd Hayrî Dûrmûş û Mazlûm Dogan jî wek delîlên sûc hatin pêşkêşkirin. Bi ser de polîsan hemû xebatên legal jî krîmînalîze kirin.
Parêzeran ji bo hemû aktîvîstên Kurd, daxwaza serbestberdana bi kefaletê kirin.
Dozger di encama danişîna ku tevahiya rojê berdewam kir de, ji bo Turkan Bûdak, Ercan Akbal, Alî Poyraz û B.K. biryara bi şertê kontrola edlî û ji bo Agît K. tevî şertê kontrola edlî biryara dayîna 20 hezar poundan da. Ji bo Mazlûm S. jî ji ber ku dosyaya wî ya penaberiyê didome û hêj navnîşaneke wî tune ye, bi “gumana revê” biryara girtinê hat dayîn.
Ji bo aktîvîstên bi şertê kontrola edlî hatine berdan, tevî kelepçeya elektronîk biryara her roj li qereqolê mecbûriyeta îmzedayînê hat dayîn. Her wiha hem ketina Herêma Haringeyê ku Navenda Civaka Kurd lê ye hem jî ketina navendê ji wan re hat qedexekirin. Aktîvîst tenê dikarin di navbera saetên 06.00-19.00’dan bigerin û bi tu awayî divê ligel he nekevin nava têkiliyê.
Hat zanîn ku parêzer dê ji bo Mazlûm S. ku hat girtin îtîrazê biryara girtinê bikin. Her wiha hat zanîn ku dê danişîna ewil a 7 Kurdan wê 20’ê Kanûnê dest pê bike.