Li Londonê Kurdan ji bo Abdullah Ocalan daketin qadê
Li Londonê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn hate şermezarkirin û bang hat kirin ku demildest hevdîtin wî ya bi parêzer û malbatê pêk bê.
Li Londonê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê pêkanîn hate şermezarkirin û bang hat kirin ku demildest hevdîtin wî ya bi parêzer û malbatê pêk bê.
Kurdistanî û dostên wê li ser banga Meclîsa Gelê Kurd li ber Pirtûkxaneya Green Wood’ê çalakiyek lidarxistin.
Di çalakiyê de berdewam dirûşmeyên “Biî Serok Apo” û “Bimre faşîzm” hate berzkirin, Tevgera Şoreşgerî ya Hevgirtî ya Gelan (HBDH) û rêxistinên girseya demokratîk piştgirî dan çalakiyê.
Di axaftina ku li ser navê HBDH’ê hate kirin de hat bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rêberê Kurdan e û hate gotin: “Çîn û netewên bindest wê xwedî li rêbertiya ku afirandinî derbikevin. Fikarên me yên têkildarê Abdullah Ocalan mezin in. Abdullah Ocalan rûmeta me ye, ti feydeyek ji ti zalimên ku zilm kirî re namîne. vê gel hesaba wê bipirsin. Divê demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan were rakirin û hevdîtin pêk bê.”
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd ya Brîtanyayê Ercan Akbal jî di axafina xwe de komkujiya Helebçe bibîr anî û diyar kir: “Hişmendiya li Helebçe, li Sûr a Amedê, li Cizîrê, Li Şengalê û li Rojava komkujî pêkanî, dîktator Erdogan û faşîstên dora wî divê bizanin ku ger nûçeyek nerênî ya herî biçûk jî têkildarî Rêberê me rast derkeve, wê Kurd cîhanê hilweşînin, kes nikare helwesta me biceribîne. Divê demildest parêzer biçim Îmraliyê û raste rast bi Rêberê me re hevdîtinê pêk bînin, ne xwe emê hemû cîhanê li ser serê Erdoganê faşîst hilweşînin, divê vê wiha bizanin.”
JIYANEKE BÊ RÊBERTÎ NIKARE BÊ HIZRANDIN
Hevseroka Meclîsa Gelê Kurd ya Brîtanyayê Elîf Sarican jî di axaftina xwe ya bi zimanê Înglîzî kirî de ragihand: “Ew 324 rojin ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayên girtin û provokasyonên li ser medyayên dîjîtal tên kirin aramiya gelê Kurd xirab dike. Gelê Kurd yê ku ti caran jiyaneke bê Rêbertî nahizire, eger ji Abdullah Ocalan agahî negire wê dest bi çalakiyên pir cidî bike, wê cîhanê ji rejîma Erdoganê faşîst re teng bike.”